Mafyayan bazirganê kurd bi otomobîla hikûmetê revand

28-11-2016
Piştiwan Cemal
Nîşan Bazirgan Bexda Mafya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bazirganê kurdê êzidî ku li Bexdayê ji aliyê komekî çekdar ve hatibû revandin, li hember gerew, an ku fîdye hate azadkirin.

 

Roja 25ê Mijdarê bazirgan û kesayetê diyar ê kurdê êzidî Dawûd Şemo, li navçeya Erefat a bajarê Bexdayê, ji aliyê komek çekdarên ne nas ve hate revandin. Roja 27ê Mijdarê jî li hember gerew hate berdan.

 

Endama Komîsyona Mafê Mirovan li Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ji Rûdawê re got; “Li gorî zanyariyên me bazirganê navborî, dema li gel malbata xwe di nava restorantekî navçeya Erefatê de ûye hatiye revandin. Polîs li nêzîkî wê derê bûne lê diyare di berî de çavdêrî kirine.”

 

Dawud Şemo bazirganekî diyar e û her sal gelek caran serdana Bexdayê dike, li wir ot3el û restorantekî wî heye.

 

Berpirsê Liqa 20 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şêxanê Elî Ewnî derbarê Şemo de got: “Dawut Şemo mezintirîn bazirganê kurdê êzidiye û di pêşxistina kerta bazirganiya Iraqê de rol lîstiye. Ew ji aliyê komekî mafia ve bi otomobîlekî hikûmî hatiye revandin. Mal û milkê Şemo gelek e. Kesên ew revandine, paşî ligel malbata wî axivîne.”

 

Ewnî da zanîn ku li Bexdayê gelek dewlemendên kurdên êzidî hene û beriya niha jî du bazirganên din ji bo pere hatine revandin û got; “Yek ji wan bazirganan bi pere hate rizgarkirin. Yê din pere hate dayîn jî lê dîsa kuştin. Dibe revandina Dawut Şemo jî ji bo wergirtina gerew û pere be.”

 

Endamê Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan li Iraqê Hêmin Bacelan jî got; “Piştî revandina Şemo, me bi dezgehên ewlekariya Bexdayê re pêwendî danî. Lê gotin ku ti agahiya wan nîne û nizanin ji ber çi hatiye revandin.”

 

Mamê Dawud, Enwer Derwêş jî ji Rûdawê re got; “Dawut ligel hevjîna xwe û şofêrê wan, dema ji restorantê derketine, 4 otomobîlan dora wan girtiye. Nêzîkî 16 kesan bûne. Hevjîna wî anîne xwarê û ew revandine.”

 

Enwer herwiha got; “Ew ji aliyê mîlîsan ve hate revandin. Em guman dikin ku hêzên ewlekariyê jî di bûyrê de rol lîstibin. Ji ber ku li wê navçeyê gelek hêzên ewlekariyê hene. Li ser rêya Firokexaneya Mûsenna berdane û jê re gotine ku nabe êdî bazirganiya mey û alkolê bike. Lê tip ere jê nestandine.”

 

Li gorî gotina Enwer êdî Dawut Şemo li Bexdayê namîne û dê vegere Kurdistanê.

 

Hêmin Bacelan jî diyar dike ku çi gava navbera Hewlêr û Bexdayê xirab dibe, ereb gefê li kurdên Baxdayê dixwin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst