Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Şebek li ber ofîsa Netewên Yekbûyî ya li bajarê Hewlêrê kom bûn û daxwaz kirin, ku deverên wan bikevine bin kontrola Hêza Pêşmerge û Deşta Neynewayê jî bibe parêzgeh.
Îro duşemî 28ê Mijdara 2016ê, Kurdên Şebek li Hewlêrê xwepêşandanek saz kirin û piştre li ber ofîsa NY ya li Hewlêrê kom bûn.
Endamê Encumena Parêzgeha Neynewayê (Mûsilê), Xezwan Dawûdî ku nûnerê Kurdên Şebek e, li pêşberî ofîsa NY ya li Hewlêrê daxuyaniyek da Rûdawê û ragihand: “Dxawaza me ya sereke ev e ku Deşta Neynewayê bibe parêzgeh û piştre xelk bi xwe biryarê bidin, ku ser bi Bexdayê ve bin an ser bi Herêma Kurdistanê ve bin.”
Xezwan Dawûdî herwiha got: “Heta niha 34 gundên wan li derveyî kontrola Hêza Pêşmerge ne û em dixwazin ew gund jî bikevine bin kontrola pêşmerge da ku parstî bin.”
Li gorî gotina Dawûdî, ku endamê Encumena Parêzgeha Neynewayê ye, ji ber ku ew gundên Kurdên Şebek li derveyî desthilata Hêza Pêşmerge ne, xelkê wan gundan hêj nikarin vegerin ser cihên xwe.
Xezwan Dawûdî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û Netewên Yekbûyî dike, ku guvaş li Bexdayê bihê kirin, da ku deverên wan parastî bin û ew hêzên ku li Deşta Neynewayê hatine bicihkirin, wan deveran çol bikin.
Beşek ji deverên Kurdên Şebek di çarçoveya operasyona Mûsilê de ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kontrolkirin.
Herwiha Hêzên Pêşmerge pêştir jî beşek din ji deverên Kurdên Şebek di çend operasyonên cuda de ji destê çekdarên DAIŞê derxistibûn.
Herî dawîn, di operasyona kontrolkirina Mûsilê de, navçeya Başîk û çend gundên derdora wê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatibûn rizgarkirin.
Pirraniya rûniştvanên Başîkê û derdora wê Kurdên Şebek in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse