Hikûmetê zem kişande ser otomobîlan; Bazara Amedê sekinî

28-11-2016
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Zem Otomobîl Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bi biryara hikûmetê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê Baca Taybet a Serfkariyê ya Otomobîlan ji sedî 5 heta sedî 15 zêde bû. Ji ber vê yekê gelek otomobîl di destê firoşkaran de man. Gelek bikir jî nikarin otomobîlan bikirin. Hem firoşkar û hem jî kirîger ji buhayê otomobîlan bi gazinc in. 

 

Buhayê otomobîlan bi zêdekirina Baca Taybet a Serfkariyê, ji sedî 5 heta sedî 15 zêde bû. Ev biryara ku ji aliyê hikûmetê ve hate dan, bandoreke neyînî li ser bazara otomobîlan kir. 

 

Otomobîlên ku di ser 70 hezar lîreyî re ne, ji 9 hezar lîreyî heta 30 hezar lîreyan zem hate ser wan (nirxê wan hate zêdekirin). Yek ji firoşkaran Ehmed Uçar, dibêje wan beriya buhabûna bacê 34 otomobîl standine û ji her otomobîlekî nêzîkî 10 hezar lîreyî zirar kirine. 

 

Firoşkarê Otomobîlan Ehmed Uçar ji Rûdawê re wiha got: “Niha otomobîl nayên firotin. Firotin sekinî, kes nastîne. Bikir dibêjin we berê çi buha gotibû, divê hûn bi wê buhayê bifiroşin. Lê ji her otomobîlekî re nêzî 10 hezar lîre zem bûye. Min nêzî 200-300 hezar lîre zirar kir.”

 

Çi otomobîlên giranbuha û çi jî yên erzan, her otomobîlek êdî di bazarê de bi buhayê xwe yê berê zêdetir tê firotin.

 

Ji ber zêdebûna buhayê otomobîlan, ne tenê firoşkar, bikir jî zirar kirin. Yek ji van bikiran jî Hacî Sebrî ye. Wî pereyê xwe berhev kiriye ku otomobîlekê bistîne lê ji ber zêdebûna bacê, niha nikare otomobîlê bistîne. 

 

Bikirê Otomobîlan Hacî Sebrî: “Min pereyê xwe top kir û xwest ji xwe re otomobîlekî bistînim. Lê ez dibînim buha gelek zêde bûye. Quweta min nagihije ku ez ji xwe re otomobîlek bistînim. Ez ji bazara otomobîlan destvala vedigerim.”

 

Welatiyên ku nikarin otomobîlên nû bistînin jî berê xwe didin bazara otomobîlên kevin. Lê buhayê van otomobîlan jî ne bi dilê wan e. 

 

Bikir bal dikişînin ku digel buhayê otomobîlan buhayê benzîn, mazot û LPG'ê jî zêde bûye. Ger wiha biçe ew ê bê otomobîl bimînin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst