Kurdên Çiyayê Kurmênc: Em tên qirkirin

29-11-2015
DİLXWAZ BEHLEWÎ
Çiyayê Kurmênc
Çiyayê Kurmênc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- 64 gundên kurdan li Çiyayê Kurmênc di bin êrişeke mezin ji balafirên rûsî û hêzên rêjîma Sûriyê de ne. Kurdên wê deverê banga alîkariyê dikin.

Berpirsê Yekîneya Hemze ya dijbereya Sûriyê Fîras Ulum ji Çiyayê Kurmênc ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên şerê ên Rûsya, bi tundî 64 gundên kurdan li Çiyayê Kurmênc bombebaran dikin. Herî kêm niha 700 kes ji gundên me birîndar in. Gelek malbat wêran bûne.Tenê bi rokêtekê 60 jin û zarok û kal û pîr şehîd ketin. Dema xelk bi wan ve hatin, careke din balafiran li wan dan û dîsa gelek şehîd û birîndar kirin. Rojane bi dehan kes ji me tên kuştin û cih di nexweşxaneyan de nemaye.”

Fîras Ulum derbarê vê mijarê de wiha got: “Herwiha li ser erdê jî, hêzên rêjîmê û milîsên şîe û çekdarên Hizbulaha Libnanî êrişî gundên me dikin û xelkê ji wan derdixin.

Ulum wiha domand: “Ti çekdarên DAIŞê li devera me tune ne û ew hêz tenê dixwazin bera kurdan din. Herwiha ti medya û ragihandin behsa vê êrişa ser me nakin û tenê behsa tirkmenan dikin, tevî ku hejmara gundên tirkmenan  ji gundên me pir kêmtir e.”

Berpirsê Yekîneya Hemze ragihand: “Hejmara me 2 hezar û 500 şervanên kurd bû, lê niha hejmara me kêm bûye bo 1500 kesî, ji ber ku gelek şehîd ketin û birîndar bûne.”

Fîras Ulum bi rêya Rûdawê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê kir ku li dijî wê êrişê bi hewaran wan ve biçin û alîkariya wan bikin û wiha got: “Em jî kurd in. Wek Kobanî alîkariya me jî bikin.”

Çiyayê Kurmênc an jî Kurdax, çiyayeke li herêma Efrînê û gelek gundên kurdan li wir hene. Di salên 80 de, Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed ew çiya û gundên kurdan parveker ser 3 parêzgehan (Laziqiye, Idlib û Hema).

Ulum derbarê wî çiyayî de wiha got: “Ew pêngavên hikûmetê hemû bo bierebkirina Çiyayê Kurmênc bû, ji ber ku em kurd in û şanaziyê bi kurdbûna xwe dikin. Lê niha ji ber vê qirkirinê rojane 4 gund tên valakirin.”

Yekîneya Hemze ya kurdan bi alîkariya xelkê deverê bo parastina gundên xwe hatiye avakirin û ew dibêjin, di serî de me bi xwe û bê alîkariya ti kesî me gundên xwe rizgar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst