Li Sêrtê ciwanek ji çiya ket û canê xwe ji dest da

28-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ve, zilamek ji çiya ket û canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, li gundê Kiverûkê yê navçeya Berwariyê, welatiyek bi navê Emre Zorciyê 27 salî ji bo komkirina êzingan diçe çiya û li wê derê dikeve.

Piştî ku malbata Emre Zorcî nikarin peywendiyê pê re bikin û ti agahiyan li ser wî bi dest naxin, aliyên peywendîdar ên hikumî agahdar dikin.

Li ser agahdarkirinê, hêzên cendirme, tîmên tendirustiyê, tîmên AFADê û tîmên rizgarkirinê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Piştî lêgerîna li herêmê termê Emre Zorcî hat dîtin.

Termê Zorcî bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatiye veguhestin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst