Fermandeyê yekemîn hêza Pêşmerge ya derbasî Kobanî bû: Kobanî êdî…

28-10-2015
RÛDAW
Tofîq Doskî
Tofîq Doskî
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Pêşmerge Tofîq Doskî bi helkefta yekemîn salvegera çûyîna Pêşmerge bo Kobanî got, êdî ti carî Kobanî nakeve destê DAIŞê.

Par vî çaxî yekemîn hêza Pêşmerge ji bo ku di şerê DAIŞê de piştevaniya şervanên YPGê bike, derbasî Kobanî bû.

Bi vê helkeftê, fermandeyê Pêşmerge Tofîq Doskî behsa wê heyamê kir û got, dema em çûn Kobanî çarîkeke bajêr di destê YPGê de mabû lê piştî em çûn piraniya bajêr hat rizgarkirin.

Tofîq Doskî anî ziman ku bi çûyîna Pêşmerge re moralê şervanan û welatiyên sivîl ên li Kobanî pir bilind bibû û gellekî kêfxweş bûn…

Fermande Doskî diyar kir ku êdî ti carî Kobanî nakeve destê DAIŞê ji ber ku ew metirsî nemaye…

Wî fermandeyê Pêşmerge behsa pêşwaziya welatiyên Bakurê Kurdistanê li Pêşmerge kir û got, me qet bawer nedikir Pêşmerge ewqasî di nav gel de bi qîmet be…

Tofîq Doskî li ser derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî got, mixabin e ku nahêlin Pêşmerge derbasî wir bibin. Rojavayê Kurdistanê pir pêwîstî bi hêzên Pêşmerge heye lewma çûyîna Pêşmerge bo Rojava dê pir baş bibe.

Doskî anî ziman ku ew her gav amade ne derbasî Kobanî û her devereke Rojavayê Kurdistanê bibin ji bo parastina gel û welatê xwe.

Li gorî agahiyên Doskî, di şerê Kobanî de bi giştî 12 pêşmerge birîndar bûn û yek jî şehîd bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst