Encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat pesendkirin

28-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Dadweriya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.

Piştî ku encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve hatibû ragihandin, hinek partî û hêzên siyasî li dijî encamên hilbijartinan bertek nîşan dabûn û li dadgehê doz vekiribûn.

Piştî pêdaçûn û lêkolînê, Dadgeha Pêdaçûnê û Dadweriya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê bersiva bertekên hilbijartinan dan û encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 21ê Îlona 2013an hat sazkirin. Li gorî encamên hilbijartinan, PDKê bi 38 kursiyan ji hemû partiyên din ên Kurdistanê zêdetir deng anî, Tevgera Gorran jî bi 24 kursiyan li pey PDKê hat. YNK jî bi 18 kursiyan di rêza sêyem de cî girt. Piştî YNKê partiyên îslamî û yên din cî girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst