Galeriya wêneyan

28-09-2023
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê şîn û xemgînî serwer e.

Li ser rêyên çûyîna goristan û dêrê xelk li hev civiyaye û hêsir ji çavên wan dibarin.

Şewata li hola dawetê çavkaniya hêsir û şîna xelkê Hemdaniyeyê ye.

Di daweta li navçeya Hemdaniyeyê de mêvanan li dansa bûk û zava temaşe dikirin.

Piştî ku fîşekên hewayî hatin vêxistin agir bi holê ket û di nava çend xulekan de ew karesata mezin rû da.

Heta niha zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Îro cenazeyê zêdetirî 45 kesan li Hemdaniyeyê hatin veşartin.