Galeriya wêneyan

28-09-2023
21 Photos
Bilind T. Abdullah

Şeva 26ê Îlonê li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê agir bi holeke dawetê ket.

Di nava çend xulekan de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Kolanên Hemdaniyeyê bi pankartên spî yên ku navên qurbaniyan li ser hatine nivîsandin hatin dagirtin.

Bi wê karesatê re, li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê şîn hate ragihand.

Heta niha li ser hejmara miriyan amareke rast nîne lê tê îdiakirin ku zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest daye ku piraniya wan jin û zarok in.

Li ser yek ji wan pankartên spî yên qurbaniyan wiha hatiye nivîsandin:

“Eşîra El Şitû, bi dilekî xemgîn ji bo mirina Refîd Hanah Mecîd Şîrtu û her 2 keçên wî Meryem û Mîrnayê, sersaxiyê ji malbatê re dixwaze.

Em bejna xwe li ber ciwanî û bedewiya wan ditewînin.”

Ev tenê yek ji wan mînakan e û kolanên Hemdaniyeyê bi van pankartan tije ye.