Galeriya wêneyan

28-09-2023
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Ji bo qurbaniyên şewata li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê, li Dêra Katolîk a Ezîz Behnam ya Suryaniyan merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê li holeke dawetê şewat derket.

Li gorî agahiyan zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Hinek birîndarên bûyerê veguhestin nexweşxaneyên Dihok û Hewlêrê.

Heya niha nasnameya 54 kesên jiyana xwe ji dest daye hatiye eşkerekirin.

Ji Bexdayê, tîmeke di testa DNAyê de pispor e ji bo diyarkirina nasnameya cenazeyan çûye navçeyê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî li seranserê Îraqê “3 roj şîna giştî” ragihandibû.

 Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw