Galeriya wêneyan

28-07-2022
13 Photos
Bilind T. Abdullah

Kampa Domîz 2 a taybet bi koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2013an ve hatiye vekirin, heta niha ti kreş ji bo zarokan nehatibûn vekirin.

Lê niha piştî 9 salan yekemîn kreş li wê kampê hat vekirin û wergirtina zarokên kampê di kreşê de destpê kiriye.

Ev kreş ji aliyê rêxistina Save Children ve hatiye vekirin û îsal di yekemîn qonaxa wergirtina zarokan de biryar e 50 zarok bên wergirtin.

Kampa Domîz 2 dikeve qezaya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve û li gor amarên fermî 5022 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê lê dijîn.