QAMIIŞLO - Nexweşxane têra hemû birîndaran nakin

28-07-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Zêdetrî 150 kes di teqîna Qamişlo de birîndar bûn, birînên hinekan ji wan granin.


Nexweşxaneyên Qamişlo têra hemû birîndaran nake û  niha ji herdêm zêdetir, pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi karmend û amûrên tenduristiyê heye.


Li nexweşxaneyên Qamişlo ji ber têkçûna xizmeta û kêmbûna karmendên tendirûstî, gelek birîndar dereng hatine dermankirin.


Hemwelatyên Qamişlo dibêjn, ew jiyana rojane di nav tirsê de derbas dkin û rewşa wan ya ewlehyê têk çûye.


Ji aliyê din ve Desteya Tenduristiya Kantona Cizîrê jî ragihand ku ew dikarin birîndaran li cem xwe derman bikin.


Hemwelatiyên Qamişlo û bi taybet piştî teqînê berê xwe dan wan nexweşxaneyan, herweha li ser banga nexweşxaneyan xelkê bilez ji bo dana xwînê xwe gihandin nexweşxaneyan.


Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî tîmên tendirustiyê li Duhokê di amadebaşiyê de ne ji bo pêşwazî kirina birîndaran û gelek ambulans li ser sînor hatin amade kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst