Li Celewlayê parlamenterekî kurd ji hewla kuştinê rizgar bû

28-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Celewla (Rûdaw) – Parlamenterekî kurd ê Başûrê Kurdistanê li bajarokê Celewla yê Iraqê ji hewleke kuştinê rizgar bû.

Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê û Serokê Lêjneya Pêşmerge û Şehîdan a Parlamentoyê, Arî Hersîn îro li bajarokê Celewla yê parêzgeha Diyale ya Iraqê rastî êrişeke bombeyî hat.

Li ser vê bûyerê, Arî Hersîn ji Rûdawê re got, min îro danê êvarê li Celewlayê serdana hêzên Pêşmerge kir lê di rê de bombek bi otomobîla min de teqiya.

Hersîn da zanîn, ew bomb ji dûr ve û bi kontrolê hat teqandin lê ti ziyaneke canî lê çênebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst