Cambridge pêşniyar dike hemû dibistanên Kurdistanê bibin taybet

28-05-2018
Nîşan Cambridge Dibistan Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê dibistanên Cambridge li Herêma Kurdistanê Helgurd Şêx Necîb dibêje, ji bo ji aliyê rêveberiyê ve hemû navendên xwendinê yên Kurdistanê bibin taybet wan nêrînek pêşkeş kiriye. Lê Wezareta Perwerde ya Herêma Kuridstanê vê pêşniyarê red dike.  

 

Helgurd Şêx Necîb ji Rûdawê re ragihand, ku ev çend sal in nêrîneke wan derbarê perwerde û hîndekariya hikûmî de heye û nêrîn jî ew e, ku bi riya projeyekî hemû dibistanên hikûmî bikin yên taybet.

 

Şêx Necîb got: “Nêrîn jî ew e, ku navendên xwedina hikûmî ji aliyê rêveberiyê ve bidin destê me û bi vî awayî em hemû dibistanan bigihînin asta dibistanên taybet.”

 

Bi gotina Helgurd Şêx Necîb ji bo cîbicîkirina vê projeyê jî dê her sal pereyekî kêm ji xwendekaran bê wergirtin û diyar kir: “Eger ev nêrîn bibe proje û were pêkanîn, dê ji bo her salekê ji her xwendekarekî tenê 200 dolar were wergirtin. Bi vî awayî emê di salekê de em ê asta xwendinê bilind bikin, ku ev pere jî ne zêde ye.”

 

Mesrefa xwedina dibistanên taybetî yên Kurdistanê salane di navbera hezar dolaran heta 8 hezar dolaran de ye. Yek ji wan dibistanên taybetî li Herêma Kurdistanê jî Cambridge ye.

 

Rêveberê dibistanên Cambridge li Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku wan ew hizir pêşkeşî Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê kirine, lê kar li ser nekirine.

Li Herêma Kurdistanê hemû qonaxên xwendinê, ji baxçeyên zarokan heta zanîngehê bê pere ye. Wate xwendekar 16 salan bêyî ku pere bidin dixwînin.

 

Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê vê projeya Cambridge red dike, ku têde xwendin bi pere dibe.

 

Berdevkê Wezareta Perwerde Saman Sîweylî ji Rûdawê re got, ku wek wezaret siyaseta wan a taybetî ya ji bo birêvebirina navdendên xwendinê heye û ti caran jî dibistanên hikûmî radestî rêxistinên navdewletî û yên taybetî nakin.

 

Sîweylî got: “Herwiha li gorî destûr û yasayên Wezareta Perwerde, li Herêma Kurdistan û Iraqê xwendin bê beramber e. lewma em wan projeyên ku xwendinê dikin bi pere qebûl nakin.”

 

Li Herêma Kurdistanê xerca her xwendekarekî ya salane ya li ser hikûmetê di navbera 400 heta 420 dolaran de ye.

 

Saman Sîweylî bibîr xist ku di dema derbasbûyî de rêxistina UNICEFê ji bo aboriya serbixwe ya dibistanan projeyek pêşkeş kiriye lê ji ber  ku ji bo vê projeyê 10 heta 15 hezar dinar ji xwendekaran hatiye wergirtin, wan ev proje qebûl nekirine.

 

Sîweylî got: “Projeya UNICEFê ne xirab bû. Li gorî projeyê dê navendên xwendinê bibin xwedî aboriya serbixwe û bikarin pareyên xwe daynin bankeyan, karê bazirganiyê bikin an jî di projeyên bazirganiyê de bikar bînin. Paşî qazanc ji bo dibistanê bixwe bimîne. Lê ji ber pêşniyar dikir pereyan ji xwendekaran werbigrin, me ev proje qebûl nekir.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst