Galeriya wêneyan

28-05-2016
19 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Heftemîn kongreya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê birêve çû.

 

Delege û endamên Yekgirtûyê ji parêzgehên Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê beşdarî kongreyê bûn ku li Hola Se'd Ebdulla îro û siba tê lidarxistin.

 

Piştî xwevekişîna Mihemed Ferec; Ebubekr Elî, Selahedîn Behadîn û Mihemed Reûf ji bo sekreteriya giştî ya Yekgirtûyê namzed in.

 

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê sala 1994ê weke partiyeke sunne ya muhafîzkar hatiye damezrandin û niha li Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwedî 10, li ya Iraqê xwedî 4 kursî ye.