Behre û şiyanên muzîkê li Kampa Domîzê

28-05-2014
PÊŞEWA BEHLEWÎ
Rudaw
Rudaw
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw)- Dema ku mirov derbasî Kampa Domîzê ya ser bi parêzgeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê ve dike, ku taybete bi penaberên Rojavayê Kurdistnê, dîmenek bala mirov dikşîne ew jî alavên muzîkê yên li ser milyê hejmareke berçav ji ciwanên wê kampê ye.

Di nava Kampa Domîzê de gelek kesên xwedan şiyan û behre di wan muzîkê de hene, ku bi rêya muzîkê bîranînên xwe yên Rojavayê Kurdistanê bibîr tînin, Cîhas Seidûn jî yek ji wan hunermednên di nava kampê de dijî.

Ew dibêje: “Berê xelkê bi kêf û şahî dawetên xwe lidardixistin û birêve dibirin, lê niha ew kêf li cem xelkê nemaye.”

Herwiha Newzad, ku ew jî hunermende dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê stranên neteweyî berî şoreşê qedexe bûn û hin car hunermendên Kurd li ser strandina straneke neteweyî dihatin girtin.

Her du hunermend dibêjin ko li vir jî mîna Rojavayê Kurdistanê guhdan bi berhemên wan tuneye lê ew niha bêtir azadin ji aliyê pêşandina hizrên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst