Galeriya wêneyan

29-02-2024
43 Photos

Bernameya Dr. Aras li Hewlêrê bi beşdariya zêdetirî 3 hezar ciwan û xwendekaran bi rê ve çû.

Ji sedî 37ê beşdarên bernameya Dr. Aras Commuityê ji parêzgeha Hewlêrê bûn.

Beriya niha jî bernameya Dr. Aras li li Dihok û Kerkûkê bi beşdariya bi hezaran kesan bi rê ve çûbû.

Dr. Aras Community ji bo belavkirina hişyariya tendirustiyê derfetek e.

Herwiha bername derfetê dide xwendekar, ciwan û xwebexşên Kurdistanê ku li gor cîh, çand û jîngehên cuda ku jê tên, roleke zêdetir bilîzin û beşdarî avakirina ramana bernameyê bibn.

Di Dr. Aras Communityê de, xwendekar û xwebexş beşdarî plansazkirin, pêkanîn û çêkirina bernameyan ji bo gihîştina welatiyan dibin.

Armanc jî ew e ku bi derfetê bidin xwendekaran da ku çalakiyên xwe nêzîk xelkê bikin û peyamên xwe bi rêya Rûdawê li seranserî cihanê bigihînin bêtir kesan.