Li Amedê pirtûkeke Îbranî ya 800 salî hat bidestxistin

28-02-2019
RÛDAW
Nîşan Îbranî Pirtûk Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê pirtûkeke bi Îbranî ku qedera 800 sal berê, li ser çerm hatiye nivîsîn û motîf û neqşên olî li ser hene, hat bidestxistin. Der heqê bûyerê de 4 kes hatin destesrkirin.

 

Li gorî daxuyaniya parêzgeha Amedê, tîmên Rêveberiya Şaxa Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze ya Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ew agahî standin 4 kesên ku li navçeya navendê Kayapinarê rûdinên, ji bo firotana pirtûkeke dîrokî li navbeynkarekî digerin.




Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, di encama lêkolînê de deket holê ku pirtûk bi Îbranî ye û qedera 800 sal berê li ser çerm hatiye nivîsîn û motîf û neqşên olî li ser hene.


Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo parastina serweta me ya dîrokî li ser fermana Serdozgeriya Komarê operasyon hat lidarxistin û berşikên navborî gava xwestin pirtûkê bifiroşin, di kêliya kiryara sûc de hatin girtin. Di lêgerîna li ser şexs û kargehên wan de pirtûkeke Îbranî ku ji 11 pel û 22 rûpelan pêk tê hat bidestxistin. Herwiha der heqê bûyerê de jî 4 kes hatin desteserkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst