Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Şiyê û çend gundên wê li herêma Efrînê a Rojavayê Kurdistanê çekdarên Sultan Silêman Şah hezar dolar wekî bac li ser her welatiyekî ferz kirine. Ew bac bi hêceta ku ew kes alîgirên PYDê bûn an jî xizmeta leşkeriya neçar kiribûn li ser wan hatiye ferzkirin.
Li bajarokê Şiyê yê Efrînê, li jêr desthilata grûpa Sultan Silêman Şah e, ku bi navê el-Emşat tê naskirin. Li gorî çavkaniyên ku deverê ji Rûdawê re axivîne, û li gorî rêxistina mafê mirovan li Efrînê, fermandarê grûpê, Ebû Mihemed Emşe, bi şêweyên cor bicor bacên zorane li ser nişteciyên deverê ferz dike û zor û sitemeke mezin li wan dike.
Roja 26ê vê mehê, fermandarê grûpa el-Emşat xelkê bajarokê Şiyê civandin û 1000 dolar li ser her kesekî ferz kir.
Di heman rojê de, fermandarê heman grûpê xelkê her sê gundên Xelîl, Çeqela û Qermitliq jî civandin û heman bac li ser wan ferz kir.
Ji gundê Qermitliq 36 kes hatibûn civandin û ew bac li ser wan hatibû ferzkirin. Ev bac bi hêceta ku ew kes alîgirên PYDê bûn an jî xizmeta leşkeriya neçar kiribûn hatiye ferzkirin.
Heman grûpa el-Emşat baca ji sedî 7 bi navê zekata zeytê li ser xelkê şiyê û gundên wê deverê ferz kiriye.
Her roja 26ê vê mehê, çekdarekî grûpa el-Emşat bi tundî li welatiyê bi navê Ibrahîm Emîn Şêx Omer daye. Welatiyê navborî ku xelkê Şiyê ye bi sedema giraniya birînên wî ji bo nexweşxaneya Cindirêsê hatiye veguhestin.
Devera Şiyê, ji bilî bajarokê Şiyê bi xwe, 15 gundan li xwe digire û hejmara nişteciyên wê berî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, 30 hezar kes bû. Niha li bajarokê Şiyê, nêzî 3000 Kurd û 1500 erebên hawirde niştecî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse