ŞIRNEX - 14 herêm 15 rojan hatin qedexekirin

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, 14 herêm wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatin raginandin û çûyîna xelkê ya wan herêman 15 rojan hat qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, 14 herêmên parêzgeha Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qileban, Basan û Elkê 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” hatine ragihandin û ji çûnûhatina xelkê re qedexe ne.

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku qedexe îro dest pê dike û heta 11ê Kanûna Pêşînê berdewam dike.

Parêzgariya Şirnexê berê jî di rojên 15-29ê Îlonê de 5 herêm 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet” ragihandibûn û 15 rojan çûnûhatina xelkê ya wan herêman hatibû qedexekirin.

Qedexe berdewam dikin

Parêzgariya Şirnexê îdia dike ku bi armanca “parastina ewlehiyê neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin wan herêmên qedexekirî.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine û berdewam qedexeya çûnûhatinê li herêmê tê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst