AMÊDIYE – Gotin ew MÎT in û kuştin: Guman li ser PKKê ne

27-11-2017
Nasir Elî
Nîşan Amêdiye Dêrelûk PKK
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li bajarokê Dêrelûka navçeya Amêdiye ya Dohukê, 8 çekdaran teqe li 2 sernişînên otomobîlekê kirin, yek ji wan kuştin û yê din jî bi birîndarî revandin. Şahidekê bûyerê dibêje: “Çekdaran gotin ew ji bo MÎTa Tirkiyê kar dikin, lewma me kuştiye.”

 

Demjimêr 17.00ê êvara roja 25ê Mijdarê, 8 çekdarên ne naskirî, ku di nava 2 otomobîlên bi curê pîkap de bûn, li bajarokê Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê, pêşiya otomobîlekê girtin, ku 2 kes têde bûn.

 

Çekdaran 4 xulekan teqe li otomobîlê kirin û di encamê de sernişînekî bi navê Bilind Ebdî yê 27 salî, ku xelkê Duhokê bû, hate kuştin. Herwiha kesekî din ê bi navê (S.Y), ku xelkê Bakûrê Kurdistanê ye, birîndar bû û çekdaran ew birîndar li gel xwe birin.

 

Şahidekê bûyerê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got: “Min bi çavê xwe dît, ku 8 çekdaran di nava 2 otomobîlan de teqe li wan kirin. Cilê sivîl li ber wan bû. Di otomobîla din de 2 kes hebûn. Dema teqe li wan hate kirin, xwestin birevin lê çekdar daketin û gule li wan reşandin. Di cîh de yek ji wan kuştin û ewê din jî birîndar kirin. Paşî yê birîndar li gel xwe birin.”

 

Li gorî gotina wî şahidî, çekdaran li ber çavê xelkê bi eşkere ev êrîş pêk anîne û hinek çekdaran jî parastina wan kirine.

 

Şahidê bûyerê got: “Yek ji wan çekdaran ji xelkê re got, netirsim em tiştekî li kesî nakin. Ew kes MÎTê Tirkiyê bûn lewma me ew kuştin.”

 

Derbarê mijarê de çavkaniyeke ewlekariyê ji navçeya Amêdiyê zanyarî dane Rûdawê û ragihand: “Li gorî pêdaçûnên me, çekdarên teqe kirine ber bi gundê Girgaşî ya Bergareyê ve çûne. Ew der di bin desthilata PKKê de ye. Li gorî belgeyên ketine destê me, ew kes gerîlayên PKKê ne.”

 

Heman çavkaniyê got: “Piştî bûyerê me peywendî bi hêzên PKKê yên li navçeyê kir lê wan red kirin, ku ev êrîş pêk anîbin.”

 

Ji aliyê rûberê ve navçeya Amêdiyê mezintirîn navçeya parêzgeha Duhokê ye. Nêzîkî 360 gundên vê navçeyê, ku ji sedî 70yê gundên navçeyê ne, di bin desthilata PKKê de ne.

 

Çavkaniyê ewlekariyê diyar kir, ku ne dûr e PKKê ev yek kiribe û got: “Dibe ew kesê hatiye revandin, destê wî di gel MÎTê de hebe, yan jî li dijî PKKê karekî xirab kiribe. Lewma em guman dikin çekdarên teqe kirine, ser bi PKKê bin.”





 

Birayê wî gencê ku di êrîşê de hate kuştin, Îzet Ebdî ji Rûdawê re got: “Birayê min kadroyê Liqa 18 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû. Roja bûyerê demjimêr 03.00ê ji mala xwe ya Duhokê derket û li gel wî gencê ji Bakûrê Kurdistanê, gotin emê herin Amêdiyê. Lê êvarî term3e wan ji me re anîn.”

 

Îzet Ebdî derbarê (S.Y) de ev zanyarî dan:

 

“Ew kes xelkê bajarê Colemêrgê ye û nêzîkî 10 sal in li Duhokê dijî. Hevjîna wê kesekê ji devera Berwarî Bala ya Amêdiyê ye. Em bi riya hevjîna wê ve nas dikin.”

 

Îzet ji bo kuştina biryarê xwe ti sedemekê nabîne û dibêje: “Em nizanin birayê min çima hate kuştin. Lê guman dikin ku armanca êrîşê hevalê wî bûye, ne ku birayê min. Çimkî hevalê wî bi birîndarî birine. Birayê me di nav de bû qurbanî.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst