Nêçîrvan Barzanî bo Şahê Urdinê peyama sersaxiyê şand

27-10-2018
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kurdistan Urdin Şah Sersaxî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bûyera lehiyê ya li herêma Deryaya Mirî sersaxî li Şahê Urdunê Ebdullah Bîn Husên kir.

 

Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serokwezîrê Herêma Kuridstanê Nêçîrvan Barzanî duhî roja înê (26-10-2016) bi boneya bûyera lêhiyê ya li herêma Derya Mirî ya Urdinê peyameke sersaxiyê bo şahê wî welatî Şah Ebdullah şand.

 

Serkwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de da zanîn, ku wan bi xemgîniyeke mezin nûçeya bûyer û karesata lehiyê ya duhî pêncşemê ya li herêm Deryaya Mirî bihîst ku têde zêdetirî 20 kesan, ku piraniya wan jî xwendekar bûn, jiyana xwe ji dest daye û got: “Em ji dil hevsozî û hevxemê cenabê we, gel û hikûmeta Urdinê û kesûkarên qurbaniyan in û serxweşiyê li wan dikin. Xwedayê mezin qurbaniyan bi bihûşta xwe şad bike û sebrê bide hemû aliyan.”

 

Roja pêncşemê (25-10-2018) li herêma Deryaya Mirî ya welatê Urdinê ji ber barana zêde lehî rabûbû û di encamê de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst