Seydayê Tîrêj û eşqa wî ji bo Kurdistanê

27-10-2016
RÛDAW
Seydayê Tîrêj
Seydayê Tîrêj
Nîşan Kurd Kurdistan Seydayê Tîrêj Eşq û evîn Welat Helbest Hlesbestvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seydayê Tîrêj di esmanê helbesta kurdî ya klasîk û resen de, stêrkeke geş û çirisandî bû. Zimanê wî sade, fambar û herikbar bû. Dilê seyda bi hezkirina gelê wî û axa welatê wî lêdida û wî her û her peyva xwe ya hêja diyarî welatê xwe dikir.

 

Seydayê Tîrêj di sala 1923an de li gundê Nicmok yê girêdayî Hesekê ji dayik bû bû, û di 23yê Adara 2002an de koça dawîn kiriye. Navê wî yê rastî Nayifê Heso ye û Seydayê Cegerxwîn jî bi vî navî helbestek li ser wî nivîsandiye.

 

Tîrêj gelek berhemên giranbuha li pey xwe hiştin wek: Dîwana Zozan, Cûdî, Serpêhatiyên Kurdan, Mewlûda Kurmancî û hin berhemên din.

 

Lê helbesta wî ya herî navdar ku gelek stranbêjan ew kirine stran, Bilbilê Dilşad e, wî ew helbest li ser şoreşa Barzan nivîsandiye.

 

Seydayê Tîrêj di esmanê helbesta kurdî ya klasîk û resen de, stêrkeke geş û çirisandî bû. Zimanê wî sade, fambar û herikbar bû. Dilê seyda bi hezkirina gelê wî û axa welatê wî lêdida û wî her û her peyva xwe ya hêja diyarî welatê xwe dikir.

 

Seydayê Tîrêj derbarê têgihîştin û baweriya xwe li ser wate û têgeha helbestê wiha digot: "Ez li helbestê bi nezm, awaz, qafiye (serwe) û naveroka wê dinihêrim. Ev her çar şert wê dikin helbest."

 

Lê Tîrêj helbesta ku welat tê de neyê şayesandin û sêwirandin, wek helbest nedîdit û rûmeta helbestê wiha dianî ziman: "Ma rûmeta şiîrê çi ye, ned xizmeta milet de bî. Ronahiya şiîrê çi ye, pesnê welat ku têd nebî. Çi bikim ji wê şiîra rijî, danegire sewda û mejî. Derdê dil û can nakuji, çaxê ku cewher têd nebî."

 

Tîrêj aşiq û dildarê axa Kurdistanê bû û welat di piraniya helbestên wî de amade ye. Tîrêj dibêje: "Ey welat ez canfidayê deşt û zozanê te me. Canfidayê av û dehl û bax û bustanê te me. Sond û peyman bî li ser min, dê te parêzkim welat, xwîna narincî birêjim merdê pêwanê te me. Bostekê ez ji te nadim bi welatê Hind û Çîn. Tu buhişta milet e, ez sûr û gerdanê te me."

 

Di helbesta (Taca Şerefxan) de jî, seydayê qedirgiran li ser welatê xwe dibe bilbilekî bêhempa û ji dil û canê xwe dixwîne û dibêje: "Ger tu nebî ma em çi ne? Canim bi qurbana welat. Bawer bike di rêça te de. Xwîna me erzan e welat. Axa te misk û ember e. Ava te ava kewser e. Kevirê te dur û mermer e. Elmas û mircanî welat. Rabûn ji te zana û jîr. Rengê Feqî, Eliyê Herîr. Rengê Mela. Pîrê Cizîr. Wek Ehmedê Xanî welat."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst