FARQÎN - Saziyên sivîl: Hiquq hatiye binpêkirin

27-08-2015
Mahîr Yûksel
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Saziyên sivîl ên Amedê di derbarê buyerên Farqîn a Amedê de ku şer û pevçûnên giran pêk hatibûn lêkolînek kirin û encamên lêkolînê jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re parvekirin.

 

Saziyên sivîl ên wek Baroya Amedê Komeleya Mafê Mirovan, Hiquqnasên Mezopotamya, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê û Odeyan Bijişkan a Amedê di derbarê operasyona Farqînê ku ji aliyê polîsan ve hatî li dar xistin de gihîştin wê qenaetê ku dema operasyonê de ji gelek aliyan ve hiquq hatiye binpêkirin

 

Di raporê de hate amaje kirin xelkê Farqînê di dema lêkolînê de gotiye ku dema operasyonê de her çiqas wan ji polîsan re gotiye em sivîlin guleyan bernedin me polîsan guh nedaye vê yekê û gule li xaniyan reşandine.

 

Serokê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê yê Şaxa Amedê Bariş Yavuz derbarê vê yekê de wiha got:

 

“Di lêkolînê de me dît ku navçe ji şerekî giran derbasbuye. Li gelek deveran polîs bêyî destura dozger hebe ketiye xaniyan û talan kirine. Herwiha bi zanebûnî ragihandin, kehrebe û av hatiye qutkirin. Şêwaza operasyonê berbiçave ku derhiquqî ye.”

 

Hiquqnasan amaje kir ku wan bi qeymeqam û serdozgerê navçeyê re jî hevdîtin pêkanîne û serdozger daye zanîn ku dê lêpirsînekê di derbarê polîsên ku hiquq binpê kirine de bidin dest pê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst