GEVER – Dîmenên şerê PKK û Artêşa Tirkiyeyê

27-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Gevera Colemêrgê qedexekirina derketina derve hêj didome.

 

Şeva borî ji saet 23:30 ve, bi hêceta ku şervanên rêxistina Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) derbasî nav Geverê bûne, rewşa awarte li wî bajarî hatibû ragihandin û derketina derve hatibû qedexekirin.

 

Parêzgariya Colemêrgê daxuyaniyek da û te dê ragihand li navçeya Geverê qedexekirina derketina derve hêj didome û li hinek taxa hêzên ewlekariya Tirkiyeyê dest bi operasyona kirin.

 

Di daxuyaniya parêzgariya Colemêrge de hat îdiakirin ku ti zerar nedane avahiyên sivîlan.

 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ji rojnameya Hurriyetê re gotibû, di şerê Geverê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

 

 

Zeydan diyar kiribû ku hêzên ewlehiyê nahêlin birîndar bo nexweşxanê bên veguhestin.

 

 

Dewleta Tirk ji roja 25ê vê mehê ve, bajarên Şemzînan û Çelê yên Bakurê Kurdistanê wek “herêman qedexe” ragihandiye û ev rewş dê heta 8ê Îlona îsal bidome. 








Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst