Li Efrînê Pêkvejiyan

27-08-2014
RÛDAW
Efrîn
Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Herêma Efrînê bi pêkhatiyên xwe dewlemend û rengîn e, ku Êzidî, Elewî û sunî bê cudahî bi hev re dijîn, lewre gelek gund hene ku ji Êzdî û Suniyan pêk tê, wek gundên Sînka, Qestelê, Eleqîno,qîbarê,tirundê, Birc Ebdalo, Birc Heyderê, Îska, Şadêrê, Basûfanê, Kîmarê, Feqîra, qijûma, aşka, Bafelonê, Çûlaqa,Xezawiyê û Keferzîtê.

Li gorî pirtûka Dr. Mihemed Ebdo, nêzîkî 15 hezar kurdên Êzdî li Herêma Efrînê di salên nodî de hebûn, lê niha ew hejmar bêtir bû ye û bêtirî 11 gorên wan jî hene, wek mezara Şêx Berekat, Melek Adî, Çêl xane, Pîr Cafer û Parse xatûnê.

Ji ber êrîşa ku Artêşa azad da bû ser Herêma Efrînê demeke berê, du mezarên êzdiyan li qestelê yên bi navê Mezara parse Xatûn û Şêx Hemîd hatibûn xerabkirin, niha jî gelek ji gundiyên Qestelê koçberî Ewrupayê bûne ji ber metirsiya talankirina gundên wan.

Yekemîn dibistana Êzdiyan li Efrînê di sala 1927an de hate vekirin bi destê derwîş axa li gundê Qîbarê ku wê hingê Derwîş axa mamosteyek ji Şingalê bi navê Xidir Efendî anî bû Efrînê û heya sala 1931an berdewam kir.

Ew dibistan jî ola Êzdî bi kurdî fêr dikir û ruxseteke fermî bi vekirina wê dibistanê wergirtibû.

Piştî ku DAIŞê êrîş da ser çiyayê Şengalê bi hezaran ji kurdên Êzdî koçberî rojavayê Kurdistanê bûn, û niha jî li Efrînê xelk alîkariyê ji wan re kom dike.

Li ser nêrîna êzdiyên Efrînê li ser hêrîşa ku bi  ser êzdiyan li çiyayê şengalê hatiye, ew dibêj in ku ew li dijî van êrîşan disekin in û bi carekê qebûl nakin û wan ti êrîş nedane ser kesekî heta êrîş li ser wan bê kirin.

Piştî ku Şêxê Êzdiyan li Efrînê Şêx Hesen sala bûrî koça dawî kir, Şêx Mihemed cihê wî girt û bû şêxê Êzdiyan li Efrînê,  û niha piropek ji Êzdiyan ji xwe re komeleyk bi navê komeleya Êzdiyan li rojavayê Kurdistanê ragihandine û tê de karên xwe yên olî dikin, û kurdên êzîdî li Efrînê salane şahiyê bi cejna çarşema sor û cejna Xidir Ilyas dikin. 

Nimûneya pêkvejiyana hevbeş li Efrînê nimûneyeke biçûk e ji Kurdistanê bi giştî, ku ne Efrîn bi tenê rengîn e, lê Kurdistan tev rengîn e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst