Navenda Nûçeyan – Rêxistina DAIŞê navê xwekujê ku teqînên îro yên li bajarê Qamişlo pêk anîn, aşkere kir.
Li ser hesabên xwe yên di torên civakî de, rêxistina DAIŞê berpirsatiya teqînên Qamişlo girte ser xwe û ragihand, çekdarên xwekuj ê ku li Qamişlo teqîn pêk anî, navê wî Ebû Ayişe Ensarî ye.
DAIŞê herwiha ragihand: “Ebû Ayişe bi kamyoneke bombekirî hejmarek baregehên Kurdî li Qamişloyê kire armanc.”
Derbarê sedema pêkanîna teqînan de jî, DAIŞê wiha got: “Ev çalakî bersiva bombebaranên firokeyên şerî bo ser Minbicê ye.”
Îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 2 teqînên bihêz çê bûn û di encamê de 50 kes şehîd bûn û 175 kes jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse