Artêşa Tirkiyeyê gundên Mêrgesorê topbaran dike (Vîdeo)

27-07-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Mêrgesor (Rûdaw)- Topxaneyên Artêşa Tirkiyeyê gundên devera Mêrgesorê ya li ser sînor topbaran dikin û di encamê de agireke mezin bi wê deverê ketiye.

Peyamnêrê Rûdawê li bajarokê Mêrgesorê ragihand: Topxaneyên Tirkiyeyê gund û navçeyên Gore Dîm, Reşkê, Kelok, Xêrezok, Tekla, Hezîr, Kanî Sorka û Bêşûnê li Mêrgesor topbaran dikin.

Li gorî peyamnêrê Rûdawê, Di encama topbaranê de agirekî mezin bi rez û daristanên xelkê Başûrê Kurdistanê ketine.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku ji aliyê Bakurê Kurdistanê jî topxaneyên Tirkiyeyê li gundên Îsa, Nehare û Nehawe topbaran dikin.

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ragihandibû: “Piştî ku şevê din saet 21:00 balafirên şer ên Tirkiyeyê sînorên Başûrê Kurdistanê derbas kirin û li herdu bajarokên Soran û Mêrgesorê û navçeya Sîdekanê, careke din navçeyên Arê, Kanî Reş û Gelê Reş bombebaran kirin û agir bi erd û daristanan xistin û heta niha jî ew agir nehatiye vemirandin.”

Bextiyar Qadir wiha gotibû: “Li gorî xelkê wê deverê vê sibehê jî dengê balafiran li deverê dihat bihîstin.”

Li gorî peyamnêrê Rûdawê, şevê din dema balafiran li Arê dan, xelk ji wir daketin bi aliyê Başûrê Kurdistanê de, lê li gorî berpirsên wê deverê xelk îro dîsa vegeriyan cihên xwe.

Peyamnêrê Rûdawê ragihandibû: “Herwiha li bajarokê Mêrgesorê jî balafirên Tirkiyeyê li çend cihan dan, ew jî li nahiyeya Şêrwan Mezin, gundê Dilbê û Gelî Hope carekê hatin bombebarankirin û agir bi wir ket, herwiha li navçeya Pîran jî balafiran bombebaran kirin. Li Bêşûnê jî balafiran carekê li wir dan, ku agirek mezin derket.”

Qadir wiha domand: “Li gorî agahiyan ti ziyanên canî derneketine, lê tenê ziyan madî ne, ku gellek dar û baxên xelkê Başûrê Kurdistanê hatine şewitandin.”

Ev 3 rojin ku hêzên Tirkiyeyê baregehên PKKê û dever û gundên Başûrê Kurdistanê didin ber top û bombeyan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst