Topên Tirkiyeyê agir bi rez û baxên Bêşûnê xistin (Vîdeo)

27-07-2015
RÛDAW
Agir
Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hêzên leşkerî yên Artêşa Tirkiyeyê gundê Bêşûnê yê ser bi bajarokê Mêrgesorê topbaran kirin û di encamê de beşek mezin ji rez û baxên binarê çiyayê Bêşûn agir bi wan ket.

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed Mela Siware ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din saet 12:30 hêzên Tirkiyeyê gundê Bêşûnê yê ser bi nahiyeya Pîranê topbaran kirin.”

Xefûr Ehmed Mela Siware wiha got: “Di encama topbaranê de, beşek mezin ji rez û baxên binarê çiyayê Bêşûn agir bi wan ket û xelkê deverê ji tirsa topan nikarîn agir vemirînin.”

Mela Siware wiha domand: “Ziyanên canî yên wan topan nebûn û xelkê wî gundî jî ji malên xwe bar nekirine û heta niha li cihê xwe ne.”

Ev 3 rojin ku hêzên Tirkiyeyê baregehên PKKê didin ber top û bombeyan. Şevê din peyamnêrê Rûdawê ragihand ku, balafirên Tirkiyeyê baregehên PKKê li Xakurkê li bajarokê Sîdekan a girêdayî navçeya Soran li parêzgeha Hewlêrê bombebaran dikin. 

Li gor agahiyên peyamnêrê Rûdawê, balafirên şer û topxaneyên artêşa Tirkiyeyê herwiha navendên gerîlayên PKKê li gundên Keşanê, Mizdorê, Katoyê, Swêlê yên girêdayî bajarokê Batîfayê li navçeya Zaxoyê jî dane ber bombeyan. 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku, di êrişên şevê din de balafirên şer ên Tirkiyeyê cihên PKKê yên li gundên Kêste û Baloke li devera Berwarî Bala li navçeya Amêdî ya girêdayî parêzgeha Dihokê jî bombebaran dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst