Galeriya wêneyan

27-06-2022
13 Photos

Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê deşt û çiya bi kulîlkên zer, sor, spî û binefşî xemilîne.

Li Agiriyê berevajî sala borî ku baran kêm bariya, îsal bi taybetî di mehên Gulan û Hezîranê de bi zêdebûna baranê re xweza zindî bûye.

Bi taybetî li navçeyên Avkevir, Giyadin û Bazîdê yên Agiriyê li deşt û çiyayan kulîlkên zer, binefşî, pembe, sor û spî vebûn.

Deşta ku Çemê Miradê tê re diherike jî bi kulîlkên rengîn xweşikbûnek cuda pêşkêş dike.

Zeviyên ku dîmenên xweşik derxistine xolê, ji aliyê welatiyên ku li ser rêya Agirî-Îranê geştê dikin tên ecibandin.

 

Wêne: Abdullah Soylemez/AA