Galeriya wêneyan

27-06-2021
12 Photos
Bilind T. Abdullah

Grûpa muzîkê ya Em ji bo beşdariya bernamaya Awaza Zehawî ya Rûdawê serdana Herêma Kurdistanê kir.

Grûpa Em ji 48 muzîkjenan pêk tê û 8 ji wan di vê serdana bo Başûrê Kurdistanê de cih girtin. Muzîk û stranên vê grûpê taybet in bi muzîka Kurdî ya resen a Xorasanê.

Armanca vê grûpa ji Xorasanê, zindîkirina ferhenga muzîka Kurdî ya devera Xorasanê ye bo nifşê nû.

Xorasan dikeve bakur rojhilatê Îranê û zêdetir ji 3 milyon Kurd li wê herêmê dijîn.

Grûpa muzîkê ya Em jî ku ev du sal e hatiye damezrandin, bi cil û bergên xwe yên resen û taybet, hewl dide muzîka resen a Kurdî ya herêma Xorasanê biparêze û bi şêwazên nûjen pêşkêş bike.

Wêne: Bilind T. Abdullah/Rûdaw