Neçarî çi tîne serê kolberên Kurd: Bi rojî barên mey vediguhezin

27-05-2018
Bextiyar Qadir
Soran
Soran
Nîşan Kolber Rojhilat Başûr
A+ A-

Soran (Rûdaw) – Kolberên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi zimanê rojî, bi riyên qaçaxî ereq û bîrayên meksîkî vediguhezin. Kolber neçar in vî karî bikin û lewma dibêjin; “Zarok nan dixwazin. Xweda bi rehm e û dizane em çima vî karî dikin!”

 

Kolberên Rojhilatê Kurdistanê di rojên Remezanê jî de bi rojî karê veguhestina vexwarinên alkolî dikin. Ew dizanin, ku ol û baweriya wan rê nade vî karî bikin lê neçar in.

 

Kolberek dibêje: “Hemû kes dixwaze li quncikekê mizgeftê rûne him nimêja xwe bike û him jî rojiya xwe bigre. Di meha Remezanê de em vî karî dikin, ji ber ku em pir pir neçar in ji bo zarokan nan bibin. Li mal pere nîne. Em dizanin ku ne di Remezanê de, di hemû deman de Xweda ji vî karî nerazî ye. Lê em dîsa dizanin, ku Xweda xwedî rehm e û efû dike.”

 

Tinebûn gelek kesên din jî neçar kirine ku di vê bazarê de kar bikin. Karekî pir bi metirsîdar e lê dahata wî jî ew hinde kêm e. Di bin barê meyan de nêzîkî 7 demjimêran rê dimeşin lê ji bo her kartoneke meyê tenê 6 dolaran werdigrin. Her hespek jî dikare heta 10 kartonan hilgire.

 

Kolberekî din jî dibêje: “Ev mehek e ez zewicîme. Min hêj pereyê zêr û kelûpelên mala xwe nedane. Ez deyndar im. Lewma neçar im têmn vê derê. Her carê 3 heta 4 hespan dihînim û hinek caran 4 heta 5 rojan li vir dîmînim.

 

Hinek ji wan kolberan berê ketine kemîna pasdarên Îranê û birîndar bûne û kêmendam bûne lê dîsa dibêjin, ji ber tinebûn û neçariyê wan ev rê dane pêşiya xwe.

 

Ji aliyê hikûmeta Îranê ve qedexekirina riyên kolberiyê hemwelatiyên li navçeyên sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê xistiye nav qeyrana aborî. Lê ew kolber bi tevê qedexe û metirsiyan jî derdikevin rê û ji bo bikarin pariyek nan bigihînin malên xwe, vî karî dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst