Kurdistan
Kesên ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derket bi jehrî ketin li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûr a Bakurê Kurdistanê 5 kesên ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derket bi jehrî ketin li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Li gor agahiyên bedrest, Rukiye, Mehmet Alî, Mustafa, Perîhan û Ayşegul Kocamana li Taxa Yenî Besniyê dijîn, ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derket bi jehrî ketin.
Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmake tendirustiyê, çû malê û tesbît kir ku endamên malbatê jehrî ketine.
Tîma tendirustiyê kesên jehrî ketine rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Besniyê û li wê derê ji bo wan çareserî tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse