DÎLOK - 3 bira ji ber gaza sobeyê mirin

27-02-2025
RÛDAW
Nîşan Dîlok Tixbişar Gaza Sobeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tixbişarê yê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, 3 bira ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobeyê derket mirin.

Bûyer li gundê Caxdinê yê navçeya Tixbişarê qewimî.

Arîf, Yusuf ve Fatîh Guneşê bira di malekê de ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ku ji sobeyê derket bi jehrê ketin.

Li ser agahdarkirina malbatê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

TÎmên tenduristiyê her sê bira veguhastine nexweşxaneyên bajêr lê tevî hemû hewldanan mirin.

Termên wan ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî.

Lêpirsînê li ser bûyerê dest pê kiriye û ew lêpirsîn didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst