Leşkerekî Dêrsimî li Başûrê Kurdistanê hat kuştin

27-02-2025
RÛDAW
Nîşan Erînç Canerîk Dêrsim Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê yê bi navê Erînç Canerîk, li Herêma Kurdistanê di operasyonekê de hat kuştin.

Erînç Canerîkê 25 salî ku li Kocaeliyê li gel malbata xwe dijiya, li navçeya Bazîdê ya Agiriyê leşker bû.

Artêşa Tirkiyeyê rojên borî ji bo operasyonê ew şand Herêma Kurdistanê lê ew di şerê navbera artêşa Tirkiye û PKKyê de hat kuştin.

Hat zanîn ku Erînç Canerîk, daxwaza bavê xwe Huseyîn Canerîk a leşkeriya bipere red kiriye û biryar daye ku leşkeriya xwe bi tamamî bike.

Cenazeyê Canerîk dê li gundê Prdesurê yê navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê were veşartin.

Tê gotin şer berî çend rojan derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst