Galeriya wêneyan

27-02-2025
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn doh saet 10:00an dest pê kir û dê heta 28ê vê mehê bidome.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.

Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.

Her wiha zemîna guftûgo û pêşniyarên çareseriyê ji bo rewşa Sûriye, Tirkiye, Îraq û herêmê diafirîne, li gel derfetan ji bo çareserkirina “pirsgirêka Kurdan” li her çar welatan.

Di her sê rojên forumê de, 13 panel û 18 hevpeyvînên taybet dê bên kirin, serokên ji Îraq, Kurdistan, Tirkiye, Sûriye û welatên herêmê amade dibin.

Di vê forumê de 90 panelîst û gotar hene. Ji derveyî Herêma Kurdistanê 140 mêvan beşdar dibin.

Ji nûnertiya welatan jî 8 balyoz û 21 konsulên welatên cihê amade dibin.

Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn saet 10:00ê sibehê dest pê kir.

Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî dê gotara vekirina forumê pêşkêş bike.

Li forumê Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî dê axaftinên xwe pêşkêş bikin.

Her wiha dê axaftina vîdeoyî ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî were pêşkêşkirin.

Di forumê de dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re guftûgoyeke taybet hat kirin.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw