Dozgeriya Amedê: Doza komkujiya Şirnexê ne karê me ye

27-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Dozgeriya Komarê ya Amedê ragihand, doza komkujiya gundiyên Şirnexê “karê me nîne” ji ber wê jî divê dozgeriya leşkerî vê dozê bişopîne.

 

Roja 26ê Adara 1994an balafirên şer ên Tirkiyê bi hêceta jinavbirina gerîlayên PKKê, êrişî gundên Gîver û Bêsukê yên girêdayî bajarê Şirnexê kiribûn û di encamê de 38 gundî miribûn.

 

Dozgeriya Amedê di demekî de ku mehek maye “doz bikeve” ragihand, ji ber ku bûyer di encama operasyonek leşkerî de çêbûye lewma divê dozgeriya leşkerî vê yekê bişopîne lewma biryar da dozê radestî dozgeriya leşkerî bike.

 

Parêzerê dozê Tahir Elçî jî ragihand, ew bertekê nîşanî biryara dozgeriyê nadin ji ber ku hê jî derfeta wan heye li dijî tohmetbarê serekî Hesen Kundakçî (fermandeyê wê demê yê hêzên hewayî) û hinek berpirsên din ên leşkerî vebikin.

 

Ev biryara dozgeriya Amedê di demekî de ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê, par meha Mijarê Tirkiyê ji ber vê yekê sûcdar dîtibû û ew bi dayîna 2 milyon û 305 hezar euro mehkûm kiribû.

 

Li gorî qanûnên Tirkiyê, eger 20 sal bi ser dozekî re derbas bibe ew doz dikeve û pûç dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst