Li herêmên Dêrazorê şaredarî têne aktîvkirin

26-12-2018
RÛDAW
Li bajarokê Kesra çend projeyên xizmetguzariyê têne bicihkirin
Li bajarokê Kesra çend projeyên xizmetguzariyê têne bicihkirin
Nîşan Sûriye Dêrezor Kesra
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kesra yê girêdayê Dêrezorê, şaredarî hatiye aktîfkirin û niha çend projeyên xizmetguzariyê têne bicihkirin.

 

Şaredariya bajarokê Kesre yê rojavayê Dêrezorê Sûriyê, li ser kampanyaya  xizmetguzariyan berdewam e, dixwaze deverên ku zerar ji ber  şerê dijî DAIŞê dîtine nûjen bike, wek çêkirina rê û parkan, lê ji ber şiyanên sînordar bangê li rêxistinên mirovî dike ku hevkariya wan bike

 

Hevserokê Şaredariya Kesrayê Xiyas Ecîl dibêje, wan niha dest bi çandiniya daran li qiraxên cadeyan kirine û pilanekî jî danîne daku park bêne amadekirin û pirsgirêkên ava vexwarinê jî bi temamî bê çareserkirin.

 

Derbarê xebatên xwe de ji Şaredariya Kesra Etalla Hemed wiha dibêje: “Me çend xizmetguzarî bo welatiyan pêşkêş kirine, wek nûjenkirina park, meydan, cade û kolanan, lê şiyanên me sînordar in."

 

Şaredariya Gel a Kesreyê tevî ku girîngiyê dide nav bajarok,  daran jî li derdorê diçîne û herwiha dixwaze piştgîriya sektora çandiniyê jî bike.

 

Hevserokê Şaredariya Kesra  Xiyas Ecîl jî got: “Me karekî zêde kiriye, me rêyên çûnûhatinê nûjen kirine û dar jî çandine, herwiha em dixwazin parkan nûjen bikin, daku dever geş bibe, me plan ji bo nûjenkirina avê jî amade kiriye, lewra me ji rêxistinên mirovî daxwaz kir, ku bi alav û pereyan piştgîriya me bikin."

 

Bjarokê Kesre dikeve bakurê rojavayê Dêrezorê ser çemê Firatê, havîna 2014an DAIŞê Kesre û hemû devera derdora wê kontrol kir, havîna 2018an jî HSDê bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ew ji destê DAIŞê derxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst