DAIŞê ew sala 2014an revandibû, li Îdlibê hat dîtin

26-11-2023
Nîşan DAIŞ Kurdê Êzidî Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xortekî ku sala 2014an li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, dê vegere warê bav û kalên xwe.

Şêwirmendê Ofîsa Rizgarkirina Rehîneyên Destên DAIŞê Xeyrî Bozanî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, DAIŞê sala 2014an ew ji Şingalê revandiye.

Xeyrî Bozanî destnîşan kir ku ew Kurdê Êzidî li Îdliba Sûriyeyê dixebitî û ji aliyê torên civakî ve hatiye dîtin.

Li gorî daxuyaniya Bozanî, piştî ku haya wan ji vî ciwanî çêbuye wan destpêkê ew derbasî Minbicê kiriye û paşê jî li Hesekê radestî Mala Êzidiyan kiriye.

Xeyrî Bozanî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Ev mehek e ku ev xort hatiye dîtin û dê van rojan bi xizmên xwe şa bibe.”

Bozanî herwiha diyar kir ku navê wî Rojîn Hedîs Telale ye, ew sala 2006an li gundê Herdaneyê yê Şingalê hatiye dinê û dema 9 salî bû hatiye revandin.

DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û Kurdên Êzidî qir kirin.

DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin û heta niha 3 hezar û 575 ji wan hatine rizgarkirin.

Li aliyê din, heta niha jî 2 hezar û 842 Kurdên Êzidî bêserûşûn in.

Ofîsa Rizgarkirina Rehîneyên Destên DAIŞê, sala 2014an bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst