Bi belge: Seîdê Kurdî ji ber piştgiriya Şêx Seîd hatiye nefîkirin

26-11-2013
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

 

Amed – Di belgeyên dewleta Tirkiyeyê de derkete holê ku Seîdê Kurdî Bedîulzeman piştgirî daye serhildana Şêx Seîd û ji ber vê piştgiriya xwe ji aliyê dewletê ve hatiye nefîkirin. Îmzeyên Mustafa Kemal Ataturk û Îsmet Înonu jî di binê vê belgeya nefiyê de hene.

Oldarên li ser fikra sûnîtiya tirkan û turk-îslamê tim îdia dikirin ku Seîdê Kurdî tu caran piştgirî nedaye serhildana Şêx Seîd û hertim li dijî vê serhildanê derketiye. Nivîskarên van derdoran tim di makaleyên xwe û pirtûkên xwe de dema qala Seîdê Kurdî dikirin, digotin ew li dijî şerê çekdarî bûye û tenê daxwaza wî îslamiyet bûye. Lê di belgeyên dewleta Tirkiyeyê de derkete holê ku Seîdê Kurdî doza kurd û Kurdistanê parastiya, piştgirî daye serhildana Şêx Seîd û ji ber vê piştgiriyê ji aliyê dewletê ve hatiye nefîkirin. Li gorî belgeya ku di sayta Bîtlîsnameyê de hatiye belavkirin, Seîdê Kurdî di sala 1929’an de nefîê Spartayê hatiye kirin. Lê dewletê piştre ew ji Spartayê jî nefiyê Kastamonuyê kiriye. Di belgeyê de tê gotin ku Seîdê Kurdî biryara Wezareta Navxweyî hatiye nefîkirin.

Dewlet jî jê re dibêje Seîdê Kurdî

Li ser navê Seîdê Kurdî jî tim spekûlasyon dihatin kirin. Gelek nivîskarên nêzî cemaetên oldaran digotin tu eleqeya Seîdê Kurdî bi kurdan re tune ye û navê wî jî Seîdê Nursî ye. Lê di belgeyê de derkete holê ku dewleta Tirkiyeyê jî ew weke Seîdê Kurdî bi nav dike.

Seîdê Kurdî kî ye?

Seîdê Kurdî, di sala 1878’an de, li bajarê Bedlîsê, li navçeya Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye. Bavê wî sofî Mîrze, diya wî jî Nûre xanim bû. Tehsîla pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike. Di kitêba xwe ya Munazeratê de, Seîdê Kurdî Bedîuzzeman gotiye "Mirin roja Newroza me ye". Balkêş e Bedîûlzeman di 23’ê adara 1960’an de, yanê 2 roj piştî Newrozê û di sibeha Leylet-ul Qedrê de li Ruhayê wefat dike. Seîdê Kurdî ku gelek caran ji aliyê dewletê ve hatiye nefîkirin, dixwest li Wanê zanîngeheke bi navê Medreseya Zehra were avakirin û tê de bi zimanê kurdî jî perwerdehî bê dayîn. Dema vê daxwaza xwe ji padîşahê Osmanî re radigihîne, dibêjin Seîdê Kurdî dîn bûye, aqil avêtiye û ew davêjin timarxaneyê. Ji timarxaneyê (Cihê dînan) jî davêjin girtîgehê. Di serhildana Şêx Seîd de Seîdê Kurdî jî tê girtin û darizandin. Piştî nefî, êş û azarên mezin, Seîdê Kurdî di wefata xwe de jî rihet nayê hiştin. Generalên tirk gora Seîdê Kurdî bi dizî ji Ruhayê radikin û bi balafirê dibin cihekî nediyar. Hê jî kes nizane gora Seîdê Kurdî li ku ye.

Seîdê Kurdî ji bo tifaq û yekitiya kurdan çi gotiye?

Seîdê Kurdî ku gelek caran behsa yekitiya kurdan kiriye, di nivîseke xwe de ji bo tifaqa kurdan wiha dibêje: “Ey gelî kurdan! Îttifaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas bike. Qenc guhê xwe bidinê, ez ê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek îslamiyet e, ku hezar xwîna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduyan însaniyet, ku lazim e em nezera xelqê de, bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisêyan, milliyeta me ye, ku mezîyet da me, ê berê ku bi qenciya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin. Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemalê Stenbolê delîla wê ye. Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye ku hezar ji me da yek "qezete-rojname" nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisêyan dujminî û îxtilaf e, ku ew 'edawet quweta me winda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hikûmet jî ji bêînsafiya xwe zilm li me dikir. Ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, da ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dujminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewil merîfet û xwendin e. Ê duduyan îtifaq û muhebeta millî ye. Ê sisêyan însanê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesîyeta paşê: xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin.”


belgeya nefîkirina Seîdê Kurdî

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst