Serok Barzanî: Li Mehmûdiye û Sihêla pêşmerge dîrokeke nû tomar kir

26-10-2018
RÛDAW
Nîşan Barzanî Sihêla Mehmûdiye Pêşmerge Dîrokek nû
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera şerê Sihêla û Mehmûdiye û berevaniya hêzên pêşmerge ji Kurdistanê de, peyamek belav kir û têde ragihand, pêşmerge di rojeke weke îro de dîrokeke nû ya berevanî û xweneçemandinê tomar kir.

 

Di 26ê Cotmeha 2017ê de çekdarên Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê piştî ku êrişî Kerkûk, Xurmato, Xaneqîn û Pirdê kirin, dest bi êrişkirina ser herdu deverê Sihêla û Mehmûdiyeyê kirin, daku hêla pêşîn a çeperên hêzên pêşmerge bişkînin.

 

Lê belê hêzên pêşmerge berevanî kirin û bi tundî bersiva êrişa Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê dan û rê nedan, ku hêzên iraqî ber bi pêş ve bên.

 

Di salroja vê helkevtê de, Serok Mesûd Barzanî li ser hesaba xwe ya twîterê peyamek belav kiriye.

 

Serok Mesûd Barzanî di vê peyama xwe dibêje: “Îro 26ê Cotmehê, yekem salvegera dastana mezin a Sihêla û Mehmûdiyeyê ye, ku têde pêşmerge dîrokeke nû ya berevanî û xweneçemandinê tomar kir.”

 

Serok Barzanî herwiha di peyama xwe de dibêje: “Spas bo wan qehremanên ku beşdarî wê dastana qehremanî bûn, hezaran silav bo wan şehîdên ku di wê dastanê de xwîna xwe pêşkêşî gel û niştîman kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst