New York Times: Petrol rêya serxwebûnê ji kurdan re vedike

26-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Tevî ku Hikûmeta Bexdayê gefên gilîkirinê li ser welat û şîrketên petrolê dixwe, ku petrola Başûrê Kurdistanê nekirin. Lê kurd rijd in li ser henaredekirina petrola xwe.

Hikûmeta Bexdayê dixwaze ku Herêma Kurdistanê tenê bi riya Wezareta Petrolê ya Iraqê wê proseyê pêk bîne û %83 ji dahata wê petrolê ji Bexdayê re vegerîne.

Rojnameya New York Times a amerîkî derbarê vê yekê de, raportek belavkiriye û tê de dibêje ku tirsa Bexdayê ji wê yekê heye ku, qazenca petrolê bibe destpêka serxwebûna Kurdistanê û veqetandina wê ji Iraqê.

Wê rojnameyê her wiha amaje bi wê yekê da ku niha rayedarên kurd di wê hêviyê de ne ku pêwîstiya kiryarên navdewletî bi petrola Kurdistanê hebe û roj li pey roj henardekirina petrola Kurdistanê bibe tiştekî qanunî û Bexda nikaribe rê li pêşiya wê bigre.

Ev yek di demekê de ye ku, tê çaverêkirin ku di çend mehên bê de rêjeya henardekirina petrola Kurdistanê ji 280 hezar bemîl di rojekê de bigihê 400 hezar bermîlan.

New York Times behsa wê yekê dike ku kurd dikarin bibin xwedî berhemekî mezintir di warê gaza sirûştî de û pilanekî welatê Tirkiyeyê jî heye ku li şûna gaza Rûsya û Îranê dê pişta xwe bi gaza Kurdistanê girêde, ku di berjewendiya aborî ya herdu aliyan de ye. Bi taybetî jî ku gaza Rûsya û Îranê xerca wê zêdetir e.

Herwiha Ewropa jî, bi riya Tirkiyeyê dikare pişta xwe bi gaza Kurdistanê girêde û hinekî xwe ji gaza Rûsyayê dûr bike.

Şanderê taybet yê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karubarên Enerjiya Cîhanê ragihand ku, ew hewlên ku kurd di gotûbêjên xwe ligel Bexdayê de dide, ne tenê ji bona çareserkirina nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê ne, lê belê zêdetir bo karkirin bo serxwebûna Kurdistanê ne.

Berpirsê berê yê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Michael Makovsky ji rojnameya New York Times re got ku, hizra serxwebûna Kurdistanê ne tiştekî vala ye. Dostên wan yên nêzîk di nava Amerîkayê de hene û Tirkiye û welatên Ewropayê jî pêwîstiya wan bi petrol û gaza Kurdan heye.

Ji bilî rewangeha aborî, ew rojnameya amerîkî behsa wê yekê dike ku, niha pêwîstiya hemû cîhanê bi kurdan heye bo jinavbirina rêxistina DAIŞê, lewma jî kurd dikarin vê derfetê ji destê xwe bernedin û riya xwe eşkere bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst