Serokkomarê Lîtwanyayê: Divê pevçûn di qonaxa destpêkê de bên sekinandin

26-09-2024
RÛDAW
Nîşan Gitanas Nauseda Ukrayna Rûsya Lîtwanya
A+ A-

New York (Rûdaw) - Serokkomarê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda ji Rûdawê re got, "Eger pevçûn di qonaxa destpêkê de neyên sekinandin, em tenê tevlî dubarekirin an jî zêdebûna krîzên herêmên din ên cîhanê dibin."

Civînên 79emîn ên Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê tên kirin.

Nûçegihanên Rûdawê Diyar Kurde û Sînan Tunçdemîr peyamên gelek lîder û nûnerên welatên cihê vediguhêzin.

Serokkomarê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

"Divê em biryaran pir bileztir wergirin"

Gitanas Nauseda li ser çareseriya nakokiyên Rûsya û Ukraynayê got:

"Divê em biryaran pir bileztir wergirin lê ne tenê wergirtina biryaran di heman demê de divê em wan biryaran bi cih bînin."

Gitanas Nauseda her wiha tekez kir ku ji bo lîderan ji xeynî alîkariya leşkerî enjeksiyonên aborî û darayî biryarên siyasî yên sereke ne.

“Ez difikirim ku ev yek pir girîng e bi taybetî di vê qonaxa krîtîk a şer de, ji ber ku niha li rastê ye bê ew çi qasî diyarker e."

Nauseda destnîşan kir ku biryarên bi vî rengî dê bandorê li encamên şerê li Ukraynayê bikin.

"Aloziyên li Ewropayê bandorê li Rojhilata Navîn jî dike"

Serokkomarê Lîtwanyayê tekez kir ku aloziyên li Ewropayê bandorê li rewşa ewlehiya Rojhilata Navîn jî dikin.

Gitanas Nauseda got, "Eger êrişkar bê ceza bimîne û neyê cezakirin, wê demê dê bandoreke pir neyînî li ser tevgera êrişkarên din bike."

"Divê pevçûn di qonaxa destpêkê bên sekinandin"

Şerê Rûsya û Ukraynayê 2022yan dest pê kir û Lîtwanya jî hevkarê domdar ê Ukraynayê ye.

Li ser vê yekê jî Serokkomarê Lîtwanyayê wiha anî ziman:

"Eger pevçûn di qonaxa destpêkê de neyên sekinandin, em tenê tevlî dubarekirin an jî zêdebûna krîzên herêmên din ên cîhanê dibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst