Galeriya wêneyan

26-09-2020
17 Photos

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê sibe, roja Yekşemê (27.09.2020) dewama xwendekarên pola 12 ya amadeyî dest pê dike.

Li ser daxwaza Rêveberiya Giştî ya Perwerdehiya Hewlêrê îro zêdetir ji 30 dibistanên amadeyî hatin paqijkirin û dermankirin.

Rêveberê Giştî yê Perwerdehiya Hewlêrê Beşdar Ebdulxaliq ji Rûdawê re ragihand, di destpêkirina dewamê de jî, pêwîst e hemû dibistan û xwendekar pabendî rênimayên tendirustî bibin.

 Derbarê vekirina firoşgehên di nav dibistanan de jî, Beşdar Ebdulxaliq dibêje heta niha biryar li ser vê mijarê nehatiye dayîn.

Wêne: Bilind Tahîr - Rûdaw