Partiya Azadî ya Kurdistanî nameyek ji James Jeffrey re şand

26-09-2020
RÛDAW
James Jeffrey
James Jeffrey
Nîşan James Jeffrey Partiya Azadî ya Kurdistanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadî ya Kurdistanî nameyek ji James Jeffrey re şand û tê de nerazîbûna xwe li ser dûrxistina partiya wan ji diyaloga Kurdî-Kurdî nîşan da.

Paritiya Azadî ya Kurdistanî di nameya xwe de ji James Jeffrey, Şanderê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê re ragihand, ji ber partiya wan serbixwe ye û ne girêdayî ti aliyan e, ew ji diyaloga Kurdî-Kurdî hatiye dûrxistin.

Herwiha Partiya Azadî ji Jeffrey re diyar kiriye ku bêyî beşdariya partiya wan, ew Lêveger kêm dimîne û nav lê nabe lêveger.

Ji bilî herdu partiyên Pêşverû û El-Wehdê, heta niha 3 partiyên din jî ku xwe nêzîkî ENKSê dibînin, nerazîbûna xwe li ser dûrxistina wan ji diyaloga Kurdî-Kurdî nîşan dane, ew jî: Partiya Yekîtiya Kurdistanî ya Azad, Partiya Azadî ya Kurdistanî, û Partiya Demoqrata Kurd (El-Partî) baskê Ehmed Sîno, dixwazin beşdariya wan jî di nava diyaloga Kurdî-Kurdî de hebe.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê, James Jeffrey roja 20ê Îlona 2020an serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û li gel berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û şandên Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdî (PYNK) civîn pêk anîbûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê têkildarî serdana James Jeffrey bo navçeyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Jeffrey di hevdîtinên xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku pêwîstî bi hemahengî û pêkvekarkirinê di helmeta taybet bi têkşikandina DAIŞê heye.

Piştî 16 civînan ku Amerîka di tevahiya wan de beşdar bû, herdu aliyên Kurdî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li ser Lêvegera Siyasî li hev kirin û li gor zanyariyan gelek nemaye ku li ser çawaniya rêvebirina deverê jî li hev bikin.

Sema Bekdaş, Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje, “Sedî 40 ji PYD û sedî 40 ji ENKSê re, herwiha 20 a mayî jî ji kesên serbixwe û partiyên din re, heta niha e wisa li hev kiriye. Niha xala rêveberiyê tê gotûbêjkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst