Çekdarên DAIŞê li Başîka Mûsilê 7 kurdên şebek revandin

26-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li nahiyeya Başîkê ya Mûsilê 7 welatiyên kurd ên şebek revandin û gefa kuştinê jî li xelkê wir xwarin.

Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê Xezwan Dawûd ji Rûdawê re got, şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî gundê Fazîliyê yê girêdayî Başîkê kirin û mal bi mal seh kirin.

Xezwan Dawûd diyar kir ku piştî sehkirinê çekdarên 7 kes girtin û bi tohmeta ku xizmên wan kesan pêşmerge ne, ew revandin.

Wî endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê her wiha anî ziman ku xelkê wî gundî kurdên şebek ên sunnî ne lê dîsa jî çekdarên DAIŞê xelkê gund êşandine, dijûn dane Kurdan û serkirdeyên Kurdan û ji wan re wiha gotine: “Eger mezin û serokên we wêrek in bila bên we rizgar bikin.

Xezwan Dawûd ragihand ku nayê zanîn ka çekdaran çi anîne serê wan gundiyan û da zanîn, çekdarên DAIŞê avahiyeke PDKê jî teqandin û gef jî li xelk gundê Fazîliyê xwarine û ji wan re gotine “hûn xayîn in çimkî hûn alîkariya pêşmergeyan dikin.”

Nahiyeya Başîkê 15 kîlometran dûrî bajarê Mûsilê ye û dikeve rojhilatê bajêr. 47 gundên Başîkê hene ku xelkê wan gundan kurd, tirkmen, mesîhî û ereb in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst