Bereya Tirkmenî kursiyê Parêzgariya Kerkûkê dixwaze

26-07-2018
RÛDAW
Nîşan Tirkmen Ereb Kurd Kerkûk Parêzgarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bereya Tirkmenî ya Iraqê daxwaz dike ku kursiyê Parêzgariya Kerkûkê ji Tirkmenan re were dayîn û dibêjin ku Ereban daxwaza wan qebûl kirine û Kurd red dikin.

 

Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan ragihand ku di civîna berfireh a kadroyên Bereya Tirkmenî ya Iraqê de ku îro li Kerkûkê hat kirin, diyarkirina kesekî Tirkmen ji bo Parêzgariya Kerkûkê hat pêşkêşkirin.

 

Hesen Turan diyar kir: “Li Iraqê 14 parêzgarên Ereban û 3 parêzgarên Kurdan hene, em jî dixwazin parêzgarê Kerkûkê Tirkmen be.”

 

Turan herwiha eşkere kir ku “kutleya Ereban a li Encûmena Parêzgariya Kerkûkê li ser daxwaza wan rizamendî nîşan dane, lê Kurdan daxwaza wan red kirine” û got: “Her aliyekî Kurd cidî bin ji bo civîn û diyarkirina Tirkmenekî weke parêzgar, em pêşwazî lê dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst