Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Rojava banga yekgirtinê dike

26-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw)- Ofîsa Sekretariya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê – Rojava di daxuyaniyekê de êrişên DAIŞê li ser Kobanî wek komelkujiya kurdan bi nav kir û banga yekgirtina hemû hêzên kurdî dike.

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê – Rojava di daxuyaniya xwe de ragihand: “DAIŞê bo veşartina şikestinên xwe, dest bi kuştina zarok, pîr û jinan kiriye bi mebesta ku tirsê têxe dilê xelkê kurd e.”

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê – Rojava bang li hemû aliyên siyasî dike ku, “Di asta berpirsyaretiya exlaqî de bin bo nehiştina nakokiyan û rêkxistina rêzên xwe bo parastina gelê me li Kobanî û Hesekê.”

Herwiha Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê – Rojava daxwaz ji hemû endamên xwe dike ku alîkariya birîndarên Kobanî û penaberên Kobanî û Hesekê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst