Duhok (Rûdaw) – Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî ragihand, ku li Girtîgeha Çaksazî ya Duhokê girtiyekî ku 3 caran cezayê îdamê li ser bûye agir berdaye û di encamê de girtiyên din canê xwe ji dest dane.
Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku di girtîgehê de şer derneketiye û girtiyekî bi navê Sadam, ku 3 caran cezayê sêdaredanê li ser hatiye sepandin, xwestiye deriyan bişkîne. Li ser vê yekê alozî çêbûye û wî kesî agir berdaye jûra xwe.
Etrûşî da zanîn, ku di encama bûyerê de li beşa “girtiyên terorê” 7 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.
Parêzgarê Duhokê herwiha da zanîn, ku hinek girtiyên ku cezayê sêdaredanê li ser wan heye hewl dane deriyan bişkînin û birevin derve lê serkeftî nebûne.
Etrûşî got: "Ti destwerdanek ji derve nebûye û ti pevçûnek di navbera ti aliyekê de çênebûye. Wek min got, bûyer di encama agirberdana girtiyekê de çêbûye û yên din jî li gel de fetisîne."
Ferhad Etrûşî herwiha ragihand, ku di Zîndana Çaksazî ya Duhokê de hezar û 415 zîndanî hene, ji wan hezar û 35 kesan ceza wergirtine û di nava wan de 340 kes bi tometa “Madeya Terorê” cezayê mûebed anku heta hetayê wergirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse