Soran (Rûdaw) – Bi ser destpêkirina Şoreşa Gulanê ya sala 1976ê re 42 sal derbas bûn. Ew şoreş berdewama Şoreşa Îlonê bû. Salek piştî Peymana Cezayîrê ya di navbera hikûmeta Iraqê û şahîtiya Îranê, di Gulana 1976ê de pêşmerge li dijî hikûmeta Iraqê dest bi şer kir.
Piştî Peymana Cezayîrê ya 6ê Gulana 1975ê û belavbûna Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê destpêkirineke din bû ji bo Başûrê Kurdistanê.
Belavbûna Şoreşa Îlone encama plangeriyeke herêmî û navdewletî bû lê destpêkirina şoreşê hêviyeke nû da gelê Kurdistanê.
Roja 26ê Gulana 1976ê, li Dola Zevî ya navçeya Soranê ya ser bi Hewlêrê ve, yekîneyeke şoreşê ku ji 23 pêşmergeyan pêk dihat, êrîşî hêzên hikûmeta Bees dike û şer dest pê dike. Destpêkirina şer careke din tirsê dixe dilê rejîma Bees.
Pêşmergeyê bi navê Seyîd Ebdullah Hacî Omranî di vî şerî de dibe yekemîn şehîdê Şoreşa Gulanê.
Pêşmergeyê dêrîn Mam Nebî, yekemîn birîndarî wî şerî ye û niha temenê wî 80 sal e. Niha bira û kurê wî jî pêşmerge ne û wî bîranînên destpêkirina Şoreşa Gulanê di pirtûkekê de kom kiriye.
Pêşmerge û serkirdetiya şoreşê nehiştin xewnên hikûmeta Bees bibe rastî û dixwestin şoreşa Kurdan bi temamî ji holê rakin.
Şoreşê di demekê kurt de grûbên biçûk ên partîzanî ava kir û di nava axa Başûrê Kurdistanê de dest bi kar û çalakiyan kirin.
Li derveyî welat jî gelek fermandar û serkirdeyên berê yên Şoreşa Îlonê vegeriyane welat û ketin nav karên siyasî û çalakiyên pêşmergetiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse